Rejîma Îranê bi tometa ‘endamtiya rêkxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî birî.
Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand rejîma Îranê cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî birî.
Iranê bi tometa ‘endamtiya rêkxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ ev ceza da.
Li gor agahiyan di rûniştina doza Werîşe Mûradî de dadgehê mafê xweparastin û axaftinê nedaye Werîşe Mûradî û parêzerên wê.
Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî di 10’ê Cotmehê de li dijî cîbicîkirina cezayê darvekirinê ji aliyê rejîma Îranê ve dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Piştre ji ber zextên rêkxistinên civaka sivîl, navnetewî, çalakvan û azadîxwazan de dawî li çalakiya xwe ya birçîbûnê anî.
Werîşe Mûradî di 1’ê Tebaxa 2023’yan de li nêzî Sine ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve hat girtin.
Piştî lêpirsîna 5 mehan ya li navenda Îtlaetê (Îstixbarata Îranê) ji bo beşê jinan yê Girtîgeha Evîn ya Tehranê hate veguhestin.



