Serokkomarê dewleta Tirk Tayîp Erdogan careke din gef li Bakur-Rojhilatê Sûrî xwar. Erdogan diyar kir ku wan li Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bilî deverên dagirkirî çavên xwe berdane deverên din jî.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku di bernameya taybet ya Stêrk Tv de axivîbû, ji bo xeteriyên heyî banga berxwedanê kiribû.
Cemîl Bayîk diyar kiribû ku bi berxwedana gel re wê têkoşîn bi ser bikeve û dagikeriya Tirkiyê bi dawî bibe.
Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava plana êrişên nû de ye.
Serokomarê Tirkyê şefê faşîst Receb Tayîb Erdogan careke din gefa êrişên nû li Rojavayê Kurdistanê xwar.
Şefê faşîst Erdogan li Enqereyê di merasîma salvegera 86’an a mirina Mustafa Kemal de axivî.
Erdogan behsa êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û peyama berfirehkirina dagirkeriyê da.
Hakan Fîdan ji bo êrişê ji rêveberiya Îngilîstanê destûr xwastibû
Jixwe berî niha jî Wezîrê Karê Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan bi heman rojevê çûbû paytexta Îngilîstanê Londrayê.
Fîdan li wir diyar kir ku mijara wan a esasî dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî ye û ji rêveberiya Îngilîstanê daxwaza ‘lempa kesk’ kiribû.
Hevserokê KCK’ê hişyarî dabû: Divê herkes li gor rewşa awarte amade be
Hêjayî gotinêye ku Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik jî di bernameyek taybet ya Stêrk Tv de balkişandibû ser vê Mijarê.
Cemîl Bayîk diyar kiribû ku bi berxwedana gel re wê têkoşîn bi ser bikeve û dagikeriya Tirkiyê bi dawî bibe.



