Dewleta Tirk a dagirker di danê nîvorê de li Şengalê bi balafireke bêmirov a bombebarkirî wesayîtek kire hedef.
Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku di êrişê de ciwanê bi navê Kerîm Hecî Şero yê ji eşîra Zendînî di êrişê de şehîd bûye.
Welatiyên Şengalê yên ku cûne cihê êrişê bertek nîşanî êrişa dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hikumeta Iraqê dan.
Dewleta Tirk a dagirker di danê nîvorê de li Şengalê bi balafireke bêmirov a bombebarkirî wesayîtek kire hedef.
Êrişa dagirkeriyê bi balefirên bê mirov û bi çek saet 14:50’an dijî çiyayê Şengalê pêk hat.
Wesayîta ku ji bajarê Şengalê ber bi Serdeşta çiyayê Şengalê ve diçû, bû hedefa balafira bêmirov a dewleta Tirk.
Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji Rojnewsê ragihand di encama êrişê de kesê bi navê Kerîm Hecî Şero şehîd bûye
Kerîm Hecî Şero yê ji eşîra Zendînî ye xelkê Tilizêrê ye û mala wî li Sinûna Şengalê ye.
Cenazeyê şehîd Kerîm îro êvarê ji nexweşxaneya Sinûnê hate girtin û ji bo lêkolînê şandin Tiba Edlî ya Mûsilê.
“Ji bo em xweser û azad jiyan bikin emê heta dawiyê şer bikin”
Welatiyên Şengalê yên ku cûne cihê êrişê bertek nîşanî êrişa dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hikumeta Iraqê dan.
Welatiyan hêrsa xwe ya li hemberî êrişan anîn ziman û got:
“Dixwazin rêxistina civaka me belav bikin.
Li hemberî hemû êrişan emê li ber xwe bidin û ji bo em xweser û azad jiyan bikin emê heta dawiyê şer bikin.”
Şengaliyan diyar kirin ku civaka Êzidî di rojê herî giran de jî rûmetra Iraqê parastiye û divê Iraq helwesta xwe li hember civaka Êzidî zelal bike.
Dewleta Tirk li Şengalê wesayîtek kir armanc: Kesek şehîd bû


