Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Nasnameya 4 şervanên xwe yên ku di dîrok û cihên cûda de şehîd bibûn eşkere kir.
YPJ’ê ji malbata her çar şehîdan û gelê kurd yê welatparêz re sersaxî xwest û got:
“Em hertim deyndarên şehîdên xwe ne û em ê li ser xeta wan, ji bo serxistina zaferê di lûtkeyê de têbikoşin.”
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi daxuyanyeke nasnameya 4 şervanên xwe Amara Roj, Berçem Amed, Dilpak Cûdî û Hesret Gabar eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Amara, Berçem, Dilpak û Hesret di sala 2016’an de di dîrok û cihên cûda de şehîd bûne.
YPJ’ê li ser têkoşîn û berxwedana şehîdan ev nirxandin kir:
“Hevrêyên me Amara, Berçem, Dilpak û Hesret ku bi evîneke mezin di nav têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtin, di pêngavên rizgarkirina axa welat de gihîştin şehadetê.
Em bi hezkirin û rêzdarî wan bi bîr tînin.”
“Amara, Berçem, Dilpak û Hesret bûn stêrkên geş ên têkoşîna me”
Her wiha di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku bi berdêlên pir giranbuha destkeftiyên mezin hatine bidestxistin û wiha hat gotin:
“Di her serkeftinekê de para lehengên weke Amara, Berçem, Dilpak û Hesret heye.
Em hertim deyndarên şehîdên xwe ne û emê li ser xeta wan, ji bo serxistina zaferê di lûtkeyê de têbikoşin.
Çar şervanên me yên leheng Amara, Berçem, Dilpak û Hesret jî bi fedakirina canê xwe bûn stêrkên geş ên têkoşîna me.
Ew ê di dîroka têkoşîna jinê û azadiya gelan de navên mayînde bin”
“Emê tim layîqê bîranîn şehîdên xwe bin û têkoşîna wan bilind bikin”
YPJ’ê ji malbata her çar şehîdan û gelê kurd yê welatparêz re sersaxî xwest û got:
“Emê tim layîqê bîranîn şehîdên xwe bin û têkoşîna wan bilind bikin.”
Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ye:

Nasnav: Amara Roj
Nav û Paşnav: Devlethan Erol
Navê Dayîk: Letîfe
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 21.06.2016

Nasnav: Berçem Amed
Nav û Paşnav: Cemîle Çinar
Navê Dayîk: Melîhe
Navê Bav: Cemîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn / 24.02.2016

Nasnav: Dilpak Cûdî
Nav û Paşnav: Esra Alîm
Navê Dayîk: Rukiye
Navê Bav: Abdulkadîr
Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir/ 04.06.2016

Nasnav: Hesret Gabar
Nav û Paşnav: Dilşah Meral
Navê Dayîk: Kumriye
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 11.05.2016



