Cenazeyê ciwanê bi navê Kerîm Hecî Şero ku duh di êrişa asîmanî ya dewleta Tirk a dagirker de li Şengalê şehîd bû, bi girseyî hat oxir kirin.
Duh ciwanê bi navê Kerîm Hecî Şero di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Şengalê şehîd ketibû.
Cenazeyê şehîd ji bo lêkolînê duh biribûn Saziya Tib a Edlî ya Mûsilê.
cenazeyê şehîd duh bi şev anîn nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê.
Îro di saetên sibehê de xelkê Şengalê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê li ber nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê kom bûn.
Girseya gel cenazeyê şehîd Kerîm Hecî Şero rakir û ji bo rêûresmên olî derbasî mala şehîd ya li Sinûnê bûn.
Piştî rêûresmên olî wê şehîd bi karwaneke wesayîtan û bi beşdariya gel bibin Şehîdgeha Ş. Dilgeş û Ş. Berxwedan a li Serdeşta Çiyayê Şengalê.
Wê cenazeyê şehîd Kerîm Hecî Şero piştî merasîmê li Şehîdgeha Ş. Dilgeş û Ş. Berxwedan bi axê were spartin.
Dewleta Tirk li Şengalê wesayîtek kir armanc: Kesek şehîd bû


