Operasyona Ewlehiya Domdar ku di roja 6ˈan de didome, vê sibehê bi lêgerîna li beşên 2 û 4ˈemîn ên kampê dest pê kir.
Operasyona Ewlehiya Domdar a ku ji aliyê QSD, YPJ û Asayişê ve li dijî şaneyên çeteyên DAIŞˈê li kampa Holê û derdora wê hatiye despêkirin, di roja xwe ya 6ˈan de dewam dike.
Hêzên Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar vê sibehê dest bi lêgerîn û paqijkirina beşên 2 û 4ˈemîn ên kampê kir.
Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku xebatên lêgerîn û paqijkirinê li beşa 5ˈan û serjimarî û kontrolkirina nasnameyan li beşa Muhacîrat bi dawî bûn.
hêzên operasyonê sibeha îro operasyonên lêgerînê û serdegirtinê li beşên 2 û 4ˈemîn dan destpêkirin.



