Doh Ukrayna û îro jî Rûsya.
Rûsya weke bersiva êrîşa Ukraynayê bi balafirên bê mirov êrîşî du bajarên Ukraynayê kir û di encamê de 6 kes mirin.
Waliyên Mykolayiv û Zaporijya yên li başûrê Ukraynayê ragihandin ku di êrîşên ku tê îdîakirin ji aliyê Rûsyayê ve hatine kirin de 6 kes mirin.
Li gorî artêşa Ukraynayê, Rûsya hewl dide li Kurskê pêşde biçe.
Waliyên Mîkolayiv û Zaporijya bi rêya Telegramê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku 5 kes li Mîkolayiv û kesek jî li Zaporijya mirine.
Li Zaporijya avahiyek niştecihbûnê jî zirar dît.
Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê, di êrişên li Zaporijya de 5 zarokên temenê wan di navbera 4 û 17 salî de birîndar bûne.
Di daxuyaniya hêzên hewayî yên Ukraynayê de hat ragihandin ku 39 ji 74 balafirên bêmirov bi 2 moşekên ku bi şev ji Rûsyayê hatine avêtin hatine îmhakirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nêzî 30 balafirên bêmirov li qada hewayî ya welêt winda bûne.
Hêza hewayî ya Ukraynayê diyar kir ku her sê balafirên bêmirov ber bi herêmên Belarûs û Rûsyayê ve diçûn.
Li kîevê dengê teqînan hat bihistin
Ji aliyê din ve, piştî ku îro serê sibê li Kîevê ya paytexta Ukraynayê dengên teqînan hatin bihîstin, li tevahiya welat bi hişyariya êrîşa hewayî ‘hişyariya sor’ hat dayîn.
Şahidên ku ji Reutersê re axivîn jî gotin ku wan li herêma Kîevê dengê teqînan bihîstiye û dengên ku ji pergalên parastina hewayî tên.
Artêşa Ukraynayê û dabînkerê enerjiyê DTEK, diyar kirin ku qutbûna elektrîkê li gelek herêman, di nav de Kîev, weke tedbîrek li hember “gefa êrîşa mûşekî” ya Rûsyayê pêk hatiye.
Li gorî vê yekê, li herêmên Kîev, Odessa, Dnipropetrovsk û Donetsk ji bo pêşîlêgirtinê elektrîk qut bûn.



