Li Şerîda Xezayê bi tundiya êrîşan dîsa bîlanço giran dibe.
Di êrîşên dawî de jî 2 kes mirin û 24 kes jî birîndar bûn.
Ku bi taybetî êrîş li ser Kampa Penaberan a Nûseyratê û Cîbaliya pêk hatibû.
Li aliyê din jî li hin herêmên Şerîa Rojava û Qudsa Rojhilat di serdegirtinan de 20 filîstînî hatin binçavkirin.
Şerê li Şerîda Xezayê bi êrişên tund didome û bîlanço jî giran dibe.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê hatin girtin, di êrîşên li ser herêmên rojavayê Nûseyratê de 2 kes mirin.
Artêşa Îsraîlê herêmên bakur û rojavayê Kampa Penaberan a Nuseyratê bi hewa û topan hedef girt.
Di daxuyaniya Nexweşxaneya Avdeyê de hat ragihandin ku di êrîşên hewayî yên li rojavayê kampa Nuseyrat de 24 kes birîndar bûne.
Hat destnîşankirin ku di bin xirbeyan de kuştî û birîndar hene.
Her wiha hat diyarkirin ku êrîşên Îsraîlê yên li bakurê Şerîda Xezayê bi tundî dewam dikin û ekîbên alîkariya lezgîn û parastina sivîl nikarin xizmetê bidin.
Li gorî agahiyên ku ji şahidan hatin girtin, di êrîşên ku li herêmên cuda yên Beyt Lahiyê û Kampa Penaberan a Cîbaliyê de pêk hatin de mirî û birîndar hene.
Li herêmên Saftavî û Tewwamê yên li rojavayê Kampa Penaberan a Cîbaliya û Fahûra ya li herêma Beyt Lahiyê bi balafirên bêmirov êrîş hatin kirin.
Êrîşên leşkerên Îsraîlê yên li ser Taxa Zeytûnê ya li başûrê rojhilatê Beyt Lahiyê bi topan dewam dikin.
Li Şerîa Rojava 20 Filîstînî hatin binçavkirin
Li aliyê din Komeleya Girtiyên Filistînî derbarê serdegirtinên malan li Şerîa Rojava de daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li bajarên Ramallah, Hebron, Nablus, Qelqilya û Qudsê yên Şerîa Rojava bi ser malan de girt.
Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlî di serdegirtinan de 20 Filistînî binçav kirin.
Hat destnîşankirin ku hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmeha 2023’yan vir ve li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat hatin binçavkirin 11 hezar û 600’î derbas kir.
Li gorî daxuyaniyên dawî yên rayedarên Filistînê, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan û vir ve 167 jê zarok 780 Filistînî li Şerîa Rojava û Qudsa Rojhilat hatine kuştin.
Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Bakurê Xezayê 6 kes mirin



