Şehîdên teqîna kolana Wehdê ya navenda bajarê Qamişlo di salvegera 5. de li ser gorên wan hatin bibîranîn.
çeteyên DAIŞ’ê 11’ê Mijdara 2019’an li bajarê Qamişlo rêzeteqîn pêk anîn.
Di encamê de rojnamevanek û welatî şehîd bûn û zirarekî mezin gihîşt welatiyan.
Ji bo bîranîna şehîdên teqînê, malbatên şehîdan û endamên saziyan li goristana şehîd Leyle Tahir ya bajarê Qamişlo kombûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin beşdaran diyarkirin ku tu êriş li dijî herêmê vîna wan têk nabe û ew her li ser şopa şehîda bin.
Marasîmên bîranîn bi danîna gulan li ser gorên şehîdan bi dawî bû.



