Rejîma Îranê du kesên bi tometa “têkiliya wan bi Îsraîlê re heye” cezayê darvekirinê li wan birî.
Têkildarî mijarê Tora Mafên Mirov a Kurdistanê bi daxuyaniyek ev agahî parvekir:
“Welatiyên Kurd ên bi navên Nasir Bekir Zade ji xelkê Urmiye û Şahîn Wesafî ji xelkê Selmasê ji aliyê rêjîma Îranê ve hatin girtin.”
Li gorî daxuyaniyê Dadgeha Şoreşê ya Urmiye bi îdayê “Têkiliya wan bi Îsraîlê re heye” cezayê darvekirinê li wan birî.
Piştire bêy amadebûna parêzerên wan, ew şandin girtîgeha navendî ya Urmiyê.
Çalakvanên Jinên Kurdistanê: Cezayên darvekirinê rawestînin
Komek çalakvanên mafên jinan yên Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê cezayê darvekirinê bi tundî şermezar kirin.
Jinan bang li Neteweyên Yekbuyî û rêxistin mafê mirovan kirin ku cezayên darvekirinê rawestînin.



