Derdora saet 11’ê bi şev, li nêzî dibstana Wehde Erebiyê ya li taxa Salhiyê ya bajarê Hesekê erebeyek teqiya.
Derbarê vê yekê de Hêzên Asayîşê daxuyaniyek da û ragihand ku di teqînê de 3 şervanên QSDˈê şehîd bûne.
Hêzên Asayişê têkildarî erebeya ku duh êvarî li bajarê Hesekê hatibû teqandin daxuyaniyek nivîskî weşand.
Asayişê diyar kir ku erebeyeke hunday ya Mala Gaziyên Şer li taxa Salihiyê nêzî Gerînendeya Avê ya li bajarê Hesekê hat teqandin.
Erebe bi rêya mayînekê hate teqandibin, Di encamê de 3 şervanên QSDˈê şehîd bûn.
2 şervan di têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞˈê ya terorîst gazî bibûn û yek jê ajokar bû.
Asayişê tekez kir ku hêzên me der barê vê kiryarê terorîst ê nemerdane de lêkolînê didomîne da bighêje failan wan û sewqî edaletê bike.



