Hevseroka Rêveberiya kampa Holê Cîhan Henan diyar kir ku Operasyona Ewlehiya Domdar di demeke guncaw de hate kirin.
Cîhan Henan da zanîn ku operasyonê encamên girîng bi dest xistine û metirsya şaneyên çeteyên DAIŞ`ê kêm kiriye.
Cîhan Henan tekezî bi wê yekê kir ku di dema dawî de çeteyên DAIŞ’ê hewl da li ser rêya Hesekê û Holê, êrişî şîrketên ku li kampa Holê dixebitin, bikin.
Her wiha diyar kir ku di dema operasyonê de xebatên rêveberiya kampê ranewestiyan û got:
Em hewil didin hemû xizmetên pêwîst ji malbatan re pêşkêş bikin.
Di navbera hêzên operasyonê û tîmên xebatê yên kampê de hevkarî heye.
Cîhan diyar kir kir ku piştî operasyonê dê li derve û hundirê kampê aramî çêbe, ji ber encamên girîng bi dest xistine.
Her wekî bal kişand ser rola civaka navdewletî beramber kampa Holê û diyar kir ku piştgiriya hemû aliyan jî têrê nake.
Heta niha di operasyonê de 84 çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan li gund û kampa Holê hatine girtin.



