Berpirsên girtîgeha Evînê rê nadin Werîşe Mûradî ji bo nexweşxaneyê were veguhestin.
Li gorî agahiyan duh rayedarên girtîgeha Evînê ji Werîşe Mûradî re ragihandine ku biryara veguhestina nexweşaneyê ya ji bo wê, hatiye xirabkirin.
Biryar bû îro Werîşe Mûradî ji ber rewşa wê ya nexweş, veguhestiban nexweşxaneyê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî di 1’ê Tebaxa 2023’yan de li nêzî Sine ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve hat binçavkirin.
Piştî lêpirsîna 5 mehan ya li navenda Îtlaetê (Îstixbarata Îranê) ji bo beşê jinan yê Girtîgeha Evîn ya Tehranê hate veguhestin.



