Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya endamekî xwe ku li herêma Firatê şehîd bûye, eşkera kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayişê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got:
“Endamê me Hesen El-Rehîm 12’ê Mijdarê li Reqayê şehîd bû.
Şehîd Hesen El-Rehîm dema li ser erka xwe bû di encama krîza dil de, şehîd bû”
Li ser têkoşîna şehîd jî Asyişê wiha got:
“Di nava hêzên me de weke pisporên mayîn û teqemeniyan kar dikir.
Di nava salên kar û xebat de ji ber bê bandorkirina mayîna de jî birîndar bibû”
Asyişê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soz domandina rêya şehîdan da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Hesen El-Exres
Navê dayikê: Şemsa
Navê Bav: Rehîm
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Til Ebyed 1981
Cih û dîroka tevlêbûnê: Hezîme 2017
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 12/11/2024



