Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re, Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê re, rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngava hişyarkirina civakê bi çalakiyan dane destpêkirin.
Di çarçoveya rêze çalakiyên pêngava têkoşînê de, rêxistinên jinan ên kantona Minbicê, îro li Rêveberiya Gumrikê civînek hat lidarxistin.
Ji bo ravekirina sedem, awayên tundiya li ser jinan û ji bo kêmkirina diyardeya tundiya li ser jinan nîqaş hatin kirin.
Jinan li ser asta cîhanî û bakurê rojhilatê Sûriyê diyardeya tundiyê û pirsgirêkên civakê yên ku jin tûşî wan dibin nirxandin.
Armanca bingehîn a van civînan, hişyarkirina civakê li hember van diyardeyên ku bandorên neyînî li ser jinan û civakê bi giştî dike.
Her weha Nivîsgeha Têkiliyên Jinên Sûriyê Neqşiya Xelîl jî têkildarî mijarê diyar kir ku wê di pêngavê de, semîner, civîn û komxebatên hişyariyê pêk bînin.
Dawiyê jî wê 25’ê Mijdarê meşeke girseyî li dar bixin.
Neqşiya Xelîl tekez kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne pêşeng û dikarin civakê biguherînin û barê herî mezin di guhertina îro û paşerojê bigrin ser milê xwe.



