Li Hesekê, Til Hemîs û Reqayê merasîmên oxirkirina şehîdan hatin lidarxistin.
Di merasîman de soza dewamkirina rêya şehîdan heta pêkanîna hemû armancên wan hate dayîn.
Hate gotin: “Em ê li xwîna şehîdên xwe û keda şervanên xwe xwedî derkevin û xeyalên wan pêk bînin.”
Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê şehîd Hemza Serêkaniyê di 11’ê mehê de li taxa Salihiyê ya Hesekê şehîd bû, şervanê QSD’ê Esed Ehmed Elxidir jî 9 mehê li Hesekê Şehîd bûbû.
Îro ji bo oxirkirina her du şehîdan merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Dijwar hate lidarxistin.
Di merasîmê de malbatên şehîdan û endamên sazî û navendên sivîl û leşkerî amade bûbûn.
“Em ê heta pêkanîna xeyalên şehîdan şer bikin û li ber xwe bidin”
Li wir gelek axaftin hatin kirin û wiha hate gotin:
“Bi saya fedekariyên şehîdan û fikir û felsefeya Rêber Apo pêkhateyên herêmê di nava aramî û ewlehiyê de jiyan dikin.
Em soz didin ku dest ji rêya şehîdên xwe bernedin û heta pêkanîna xeyalên wê şer bikin û li ber xwe bidin.”
Dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û her du şehîd di nava tilîliyan de oxir kirin.
Şehîd Xesan El Ilêwî bi merasîmekê li Holê hate oxirkirin
Şêniyên Til Hemîsê jî bi merasîmekê şervanê QSD’ê Xesan ELilêwî ku 10’ê Mijdarê şehîd bûbû oxirkirin.
Di merasîmê de ji fermandarên Foca Tirbespiyê ya Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Mihemed Zêdan axivî û ev peyam da:
“Em ê heta pêkanîna doza şehîd Xesan û tevahî şehîdên azadiyê li ser karê xwe bin û têkoşînê dewam bikin.”
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Hemze El Xelef jî diyar kir ku şehîd Xesan Elilêwî di oxira parastina welatê xwe de canê xwe feda kir.
Pişt re wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Xelkê Reqayê şehîd Hesen El Exres spartin axê
Ev jî merasîma oxirkirina şehîd Hesen Elexres bû.
Bi sedan malbatên şehîdan, hevalên şehîd û endamên saziyan tev li merasîmê bûn.
Kesên ku di merasîmê de axivîn diyar kirin ku ew ê xwedî li destketiyên şehîdên xwe derkevin û herêma xwe ji her cure êrişan biparêzin.
Dawiyê wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.



