Tevgera Ciwanên Şoreşger bi riya daxuyaniyekê nasnameya hevriya xwe Ronahî Amanos ku ji ber krîza dil şehîd bûye eşkere kir.
Tevgerê anî ziman ku Rêhevala wan Ronahî Amanos bi fedekariyeke mezin xizmeta şoreşê kir û bi salan li gelek qadan pêşengiya kar û xebatan kir.
Tevgera ciwanên şoreşger têkildarî şehadeta endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Ronahî Amanos daxuyanik parve kir.
Tevgerê anî ziman ku rêhevala wan Ronahî Amanos ku bi salan li gelek qadan pêşengiya xebatan kir, beriya çend rojan ji ber kriza dil radikin nexweşxaneyê û got:
Hevala me Ronahî îro danê sibê li nexweşxaneya Şehîd Xebat Dêrîk ku lê dihat dermankirin şehîd bû.
Tevgerê diyar kir ku Şehîd Ronahî li pey xwe mîrasa ruhê ciwanên welatparêz û şoreşger hişt û weha behsa fedakariyên şehîd Ronahî kir:
Hevrêya me Ronahî ku endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bû, sala 2020’an beşdarî xebatê me yên ciwanan bû.
Beriya wê jî hem di qadên leşkerî û hem jî di gelek qadên din de xebat meşandiye û ti carî ji erk û berpirsyariyên xwe gav paşve neavêt.
Rêhevala me Ronahî tû car ji xwe re westandin qebûl nedikir, wê bi coş û kelecana xwe ruhê ciwantiyê her tim zindî hişt.
Weke jineke ciwan xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de kûr kir û ji bo ku vê fikrê bigihîne ciwan û jinên ciwan, di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwe gihand ciwanên Rojhilata Navîn û ji bo vê yekê kedeke mezin da.
Wek jinekî ciwan her tim bal dikişand ser mîsyona pêşeng a ciwanên şoreşger û berpirsyariyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO dikevin ser milên wan.
Tevgera ciwanên şoreşger dawiyê sersaxî xwest û soz da ku ewê ala têkoşînê ya ku rêheval Ronahî radestî wan kiriye, li her derê bilind bikin.
Gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd weha ye:
Nav û Paşnav: Hêvîn Hisen
Navê Tevgerê: Ronahî Amanos
Nav Dayîk: Xadice
Navê Bav: Alî
Cihê û dîroka dayîkbûyînê: 01.01.2000-Ehras/Şehba
Cih û Dîroka Şehadetê: 15.11.2024-Qamişlo



