Evîn Cuma: Divê Artêşa Watanî ya Sûrî bikeve lîsteya terorê

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûpcên şer pêk tînin. Evîn Cuma anî ziman ku divê çeteyên dewleta Tirk bikevin listeya terorê.

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk yên bi navê Artêşa Watanî ya Sûrî li Serê Kaniyê û Girê Spî gelek sûcên şer pêk tînin.

Evîn Cuma bibîrxist ku siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef jî bi destê van çeteyan hatiye qetilkirin û anî ziman ku ji bo bigihînin dadgehên navnetewî, weke rêxistineke hiqûqî van sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê belge dikin.

Evîn Cuma bang li saziyên navnetewî kir ku li dijî van sûcan bêdeng nemînin û got, “Divê her kesên ku li dijî sivîlan sûcên şer pêk anîne werin darizandin.”

Leave a Reply

Back to top button