HRE’yê der barê êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrîn û Şehbayê de, daxuyaniyek da.
HREˋyê diyar kir ku di encama çalakiyên wan ên bersivdanê de leşkerekî dagirkeriyê hat kuştin û 2 leşkerî jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya HREˋyê wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê bi her cûre çekên qirkirinê êrişên xwe yên hovane li dijî gelê me di van demên dawiyê de zêde kirine.
Di encama êrişên heyî de îro jî hemwelatiyekî jiyana xwe ji dest da û zarok birîndar bûn.
Weke Hêzên Rizgariya Efrînê jî çalakiyên me yên Tolhildan û bersivdayînê li hemberê, li eniya Şera û Babê tên lidarxistin.
Di encama çalakiyên hêzên me leşkerekî dewleta Tirk a dagirker hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Em ê agahiyên berfireh piştra ji raya giştî ra parve bikin.”



