Îsraîl li heremên cuda yên Xezayê êrîş pêk anî û di van êrîşan de 12 kes hatin kuştin. Her wiha hat ragihandin ku di encama bombebarana balafirên bêmirov ên artêşa Îsraîlê de li bakurê Kampa Penaberan a Bûreycê ya li navenda Şerîda Xezayê de kesek mir.
Li aliyê din lîderê Hemasê Usame Hemdan di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kiribû ku pêşniyara agirbesta 5 rojî ya li Şerîda Xezayê nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku tevger jî bi rawestandina şer re eleqedar e.
Êrîşên tund ên li ser Şerîda Xezayê didomin.
Hat ragihandin ku di erişen ku arteşa Îsrailê li heremen cuda yên Xezaye hatin kirin de 12 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser Şerîda Xezayê didomîne.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku di encama êrîşa bombeyî ya artêşa Îsraîlê ya li dijî maleke li Taxa Et-Tuffa ya li rojhilatê Xezayê de 6 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di nûçeya WAFA’yê de hat diyarkirin ku di êrîşa ku artêşa Îsraîlê li herêma Ez-Zeytûn a li başûr-rojhilatê Xezeyê bi topên hewanê pêk anî de 2 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên Îsraîlê de Kampa El Şatî ya li rojavayê Xezayê 3 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûne.
Her wiha hat ragihandin ku di encama bombebarana balafirên bêmirov ên artêşa Îsraîlê de li bakurê Kampa Penaberan a Bûreycê ya li navenda Şerîda Xezayê de kesek mir.
Li gorî agahiyên şahidan balafirên şer ên Îsraîlê li bajarokê Cîbaliyê malekî bombebaran kir û di encama vê êrîşê de jî 2 kes mirin.
Lîderê Hamasê: Îdîayên derbarê agirbesta 5 rojan a li Xezayê hatin redkirin
Li aliyê din lîderê Hemasê Usame Hemdan di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kiribû ku pêşniyara agirbesta 5 rojî ya li Şerîda Xezayê nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku tevger jî bi rawestandina şer re eleqedar e.
Hemdan ji televizyona El-Mayadîn a Lubnanê re axivî û diyar kir ku pêşniyara herî dawî ya Amerikayê ya ji bo agirbesta li Xezayê beriya hilbijartinên dawî yên serokatiya Amerîkayê hatiye kirin û wiha got:
“Em dixwazin êrîşên li dijî gelê xwe rawestînin û em behsa pirsgirêkekê dikin.
Dema qala agirbesta 5 rojan bikin û piştre dîsa êrîş pêk werin ev yek daxwazan pêşwazî nakin.”
Usame Hemdan wiha berdewam kir:
“Îsraîl dixwaze girtiyên di destê Hemasê de paşde vegerîne û ji bo Hemasê ala teslîmiyetê bilind bike û piştre biryara rawestandina şer bide.”



