Artêşa Îsraîlê li başûr û rojhilatê Lubnanê êrîşên hewayî pêk anîn û di wan êrîşan de 13 kes mirin. Her wiha li bajarê Sûrê ya Lubnanê jî di êrîşan de 10 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn. Li aliyê din Hêza Demî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê-UNIFIL ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser hedefên li Lubnanê de heta niha 45 leşkerên Lubnanî hatine kuştin.
Hat ragihandin ku di êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê yên li başûr û rojhilatê Lubnanê de 13 kes mirin.
Li gorî nûçeya ajansa neteweyî ya Lubnanê, balafirên şer ên Îsraîlê gund û bajarokên parêzgeha Nabatiye li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.
Di êrîşan de 8 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa ku artêşa Îsraîlê li bajarê Saydayê kir de kesek mir û 7 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li dijî bajaroka Nabî Şît a Baalbek-Hermelê ya li rojhilatê Lubnanê de 4 kes mirin.
Duh di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser gelek deverên bajarê Sûrê yê başûrê Lubnanê de 23 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Li bajarê Sûrê ya Lubnanê di êrîşan de 10 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn
Her wiha Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser bajarê Sûrê yê li başûrê Lubnanê de 10 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn.
Îsraîl piştî ku hişyariya valakirinê ji niştecihan re da, êrîşî taxên başûrê Beyrûtê kir.
Medyaya Lubnanî îro du êrîşên Îsraîlê li ser taxên başûrê Beyrûtê ragihand.
Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê ragihand, bajarokên Yehmer el-Şekîf, el-Cebel el-Ahmar, ku di navbera Haruf, Şukîn û Zebdîn de li başûrê Lubnanê ne, îro danê sibê rastî êrişên Îsraîlê hatin.
UNIFIL: Di êrîşên Îsraîlê de heta niha 45 leşkerên Lubnanî hatine kuştin
Li aliyê din Aştîparêzên Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê êrîşên Îsraîlê yên ser artêşa Lubnanê di dema şerê wê yê berdewam li dijî Hizbullahê şermezar kirin.
Hêza Demî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê-UNIFIL ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser hedefên li Lubnanê de heta niha 45 leşkerên Lubnanî hatine kuştin.
Aştîparêzên Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de wiha gotin:
“Tevî ku UNIFIL radigihîne ku ew beşdarî şerên berdewam ên di navbera Hizbullah û Israîlê de nabin, UNFIL ji ber êrişên zêde yên li dijî Hêzên Çekdar ên Lubnanê bi fikar e ku li ser axa Lubnanê tên armanckirin.”
UNIFIL teqez kir ku ev êrîş “binpêkirineke eşkere” ya yasaya mirovî ya navdewletî ye.



