Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn-Şehbayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantonê şermezar kir û diyar kir ku divê hesab ji dewleta Tirk bêpirsîn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn-Şehbayê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagiker ên li ser kantonê daxuyanî da.
Daxuyanî bi beşdariya endamên desteyên Rêveberiya Xweser û partiyê siyasî li Kampa Serdem a li bajarokê Ehdasê hat dayîn.
Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn-Şehbayê Şîlan Şêxo û Azad Reşo daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî derbasbûna zêdetirî 7 salan ji koçberkirina bi zorê ya xelkê Efrînê ber bi Şehbayê ve, dewleta Tirk û çeteyan wê li ber çavên cîhanê û welatên garantor êrişî koçberan dikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan ku tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike, dixwaze projeya Osmaniya nû ava bike.
Di daxuyaniyê de bang li aliyên têkildar hat kirin ku li hemberî sûcên şer ku dewleta Tirk a dagirker dike û bêdeng nemînin, hesab ji dewleta Tirk bipirsin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ku koçberên efrînî heya vegera li Efrînê di berxwedanê de bi israr in.



