Hêzên Asayîşê tevgera çûn û hatina motorsiklêtan di navbera Hesekê-Reqa, Hesekê û Dêrazorê de qedexe kir.
Hêzên Asayîşê ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameyek da.
Di biryarnameyê de tevgera çûn û hatina motorsiklêtan li ser rêya di navbera Hesekê û Dêrazorê, Hesekê û Reqayê de hat qedexekirin.
Li gorî malpera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, biryarname ji 28’ê Mijdarê heta 12’ê Çileya bê dewam dike.
Hêzên Asayişê bang li welatiyan kir ku pabendî biryarnameyê bin.



