Li Bakurê Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê bi dehan kesên ku di nav de rojnamevan jî hebûn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin..
Hejmara rojnamevanên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komara Tirk a Eskîşehîrê de hatin binçavkirin derket 9’an.
Hate zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de rojnamevan Havîn Derya jî li Antalyayê hat binçavkirin.
Rojnamevan Havîn Derya jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komara Tirk a Eskîşehîrê de hate binçavkirin.
Hat diyarkirin ku Derya ji Antalyayê birin Eskîşehîrê.
FMWJ: Rojnamevanan demildest serbest berdin
Foruma Rojnamevanên Jin ên Behra Spî (FMWJ) bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanên li Tirkiye û Kurdistanê da.
FMWJ’ê xwest rojnamevan demildest bên berdan û “qirkirina siyasî” bên rawestandin û got:
Çapemeniya Azad ji bo ragihandina heqîqetê têdikoşe lewma hedef tê girtin.
Feraseta ku bi rêya binçavkirinan hewl dide heqîqetê veşêre, mîna duh dê îro jî nekare encamekê bi dest bixe.
Em binçavkirina rojnamegeran qebûl nakin û dixwazin ku tavilê bên berdan. Rojnamevanî ne sûc e.”
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Rojnamevanan rûbirûyî zext û binçackirinê tên



