Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan derbarê salvegera 46’an a damezerandina PKK’ê nirxandin kir.
Dûran Kalkan anî ziman ku PKK’ê li ser bingeha azadiya gelê Kurd, ji bo demokrasî û azadiyê bandor li siyaseta Tirkiyê û Rojhilata Navîn kiriye.
Her wiha Kalkan helwesta PKK’ê ya sala 47’an wiha anî ziman:
“Sala 47’an em ê têkoşînê li ser azadkirina Rêber Apo mezin bikin.
Îdia me ev e û ji bo vê weke tevger em amade ne.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê nirxand.
Di serî de Rêber Apo cejna 27’ê Mijdarê tevgera azadiyê, gelê Kurd û gelên cîhanê pîroz kir.
Dûran Kalkan destnîşan kir pêdivî heye ku PKK’ê rast were pênasekirin û wan nirxandinan kir:
“Ev yek di rastiyê de tê wateya danasîna Rêber Apo.
Ya rast 40-50 salên dawî li Tirkiyê û gelek deverên cîhanê, mijara ku herî zêde tê nîqaşkirin rastiya PKK’ê û Rêber Apo ye.
Di vê salvegerê de jî ev rewş dewam dike. Ev jî tê wateya ku di salvegera 46’an de jî PKK bi heman şêwazî têkoşiya ye.
Li ser bingeha azadiya gelê Kurd, ji bo demokrasî û azadiyê bandor li siyaseta Tirkiyê û Rojhilata Navîn kiriye û ji bo vê têkoşiya ye.
Nîqaş vê nîşan didin. Ev têkoşîn bandora wê ya li ser civaka Tirkiyê jî nîşan dide. Divê em bi vî awayî fêm bikin.”
Kalkan: PKK’ê bi pirsgirêkên Tirkiyê re jî alaqadar e
Dûran Kalkan diyar kir ku PKK’ê bi pirsgirêkên Tirkiyê re jî alaqadar e û li ser vê bingehê têdikoşe û got:
“PKK derxistiye holê ku têkoşîna azadiya gelê Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê çawa bi hev re dikare were meşandin.
Rastiya PKK’ê derxistiye holê ku çawa hêz didin hevdu, ku yek nebe yê din nabe.
Divê bi awayek zelal ev yek bê dîtin û fêmkirin.
Ji aliyê dîrokî ve divê em li mijarê binêrin û baştir fêm bikin.”
“Sala 47’an em ê têkoşînê li ser azadkirina Rêber Apo mezin bikin”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi van gotinan jî bal kişand ser têkoşîna sala 47’an:
“Têkoşîna sala 47’an bi destpêkirina salê ve diyar dibe.
Em li ser bingehê pêngava azadiyê ya gerdûnî dikevin sala 47’an.
Hem jî li ser bingehekî wisaye ku pêngav encamên pratîk diafirîne.
Di vê çarçoveyê de sala 47’an em ê têkoşînê li ser azadkirina Rêber Apo mezin bikin.
Îdia me ev e û ji bo vê weke tevger em amade ne.”
Dûran Kalkan: Propagandaya şerê taybet desthilata Tirkiyê ber bi têkçûnê ve bir
Derbarê daxuyaniyên dewleta Tirk ên wekî PKK’ê xelas bûye jî ev nirxandin kir:
“Ev propagandayên şerê taybet, desthilata Tirkiyê ber bi têkçûnê ve bir.
Di hedefa xwe ya herî teng de jî negihiştin armanca xwe.
Tevî ku dixwestin di demeke kin de bigihêjin armancê, berojavajî li 10 salan belav bû û bi ser neketin.
Ji ber vê yekê jî di rewşeke neçar de ne.”



