Parêzer Zeynep Karayilan diyar kir ku ji bo “mafê hêviyê” yê Rêber divê sererastkirinên qanûnî bên kirin.
Her wiha parêzer Zeynep Karayilan got: “Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya dawî, piştrast kir ku tecrîd didome.
Tu bingeheke hiqûqî ya van biryaran tune ye.”
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de ji bo Rêber Apo ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên giran ên Îmraliyê de tê ragirtin û cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn, biryara binpêkirina “Mafê hêviyê” da.
Bi ser biryarê re 10 sal derbas bûn lê hêj jî Tirkiyeyê di vê mijarê de gav neavêtiye.
Sekretera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Zeynep Karayilan têkildarî “Mafê hêviyê” axivî.
Zeynep Karayilan, bi bîr xist ku DMME’yê di vê mijarê de biryara “binpêkirinê” daye û wiha got:
“Anku biryar da ku Tirkiyeyê qedexeya îşkenceyê binpê kiriye. Piştre jî di biryarên derheqê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de li dijî Tirkiyeyê biryara binpêkirinê da.”
Zeynep Karayilan: Ji bo ‘Mafê Heviyê’ tu gav nayên avêtin
Bi domdarî Zeynep Karayilan bi lêv kir ku cezayên muebbeta girankirî de piştî 25 salan divê dîsa were nirxandin ev tişt anî ziman:
“Weke komele em vê pêvajoyê dişopînin.
Di çarçoveya şopandina pêvajoyê bê ka biryar hatine cîbicîkirin an ne de me bi nivîskî agahî ji Komîteya Wezîran re şandin.
Komîteyê di meha îlonê de ev biryar girt rojeva xwe û got ku ew pir bi fikarin in ku di vê mijarê de tu pêşketin çênebûne.
Her wiha xwest ku di vê mijarê de tevdîrên pêwîst bên girtin.”
Parêzer Zeynep Karayilan: Divê têkoşîn bê mezin kirin
Zeynep Karayilan, bi lêv kir ku Rêber û girtiyên siyasî di nava şertên giran ên tecrîdê tên ragirtin û got:
“Bi vekirina girtîgehên tîpên Y û S’yê re tecrîd hêj girantir bûye. Di van girtîgehan de têkiliya mirov û xwezayê hema hema qet nîne. Bêyî ku li cezayê girtiyan binêrin bê ka girtî ye yan hikûmxwar e yan jî cezayê wî demkî ye yan muebbete, li van girtîgehan bicih dikin.”
Parêzer Zeynep Karayilan: Tecrîd hêj berdewam e
Zeynep Karayilan daxuyand ku bi Rêber Apo re piştî 43 mehan hevdîtin hatiye kirin lê pergala Îmralî hêj didome û wiha bi dawî kir:
“Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya dawî, piştrast kir ku tecrîd didome. Tu bingeheke hiqûqî ya van biryaran tune ye. Li rexekî qala ‘mafê hêviyê’ dikin û li rexa din jî tecrîdeke giran ferz dikin. Di nava 2-3 salan yek du caran çûna malbatan nayê wateya rakirina tecrîdê.”



