Ji ber êrişa çeteyên dewleta Tirk li gundên Şehbayê di navbera hêzên HRE û çeteyên dewleta Tirk de şerekî giran diqewime.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, li ser xeta Herbil, Zîwan, Radar, Şealê, Semoqa yên Kantona Şehbayê şerekî giran diqewime.
Hate ragihandin ku şer di navbera Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) û komên çete yên dewleta Tirk a dagirker de diqewime.
Têkildarî encama vî şerî heta niha agahiyek bi dest neketiye.



