Êrişên çeteyên dewleta Tirk li Heleb, Idlib û Hemayê dewam dike, Hikumeta Şamê jî sewqiyateke leşkerî ya mezin şand bajarê Hemayê.
Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nûsra) duh hin bajar û bajarokên gundewarên bakurê Hemayê, kontrol kirin.
Hate zanîn ku hêzên hikumeta Şamê sewqiyateke leşkerî ya mezin şand bajarê Hemayê.
Sewqiyat li derdora bajar û Cebel Zên El Abidîn ê aliyê bakurê bajêr bi cih bûye.
Balafirên şer ên Rûsyayê jî hin taxên Helebê û Idlibê bombebaran kirin.
Di bombebarana li ser taxa Raûsa ya Helebê û herêma Kirêdiya ya gundewarê Babê yê rojhilatê Babê de 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.



