Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşwazîkirin û komkirina alîkariyan ji bo koçberên Şehba û Efrînê ketin nav seferberiyê.
Li her bajar û navçeyan gel konên komkirina alîkariyan danîne.
Ji bo bicihkirina koçberan û komkirina pêdiviyên jiyanî li komîn, meclîs, saziyên Rêveberiya Xweser de komîte, inîsiyatif û maseyên krîzê hatine avakirin.
Her wiha li her bajar û navçeyan gel konên komkirina alîkariyan danîne.
Konê bajarê Dêrik li pêşiya saziya Malbatên Şehîdan.
Yê Tirbespiyê li kêleka navenda Kongra Star.
Girkê Legê li pêşiya Rêveberiya Dibistanan e.
Li Rimêlan du kon hatiye vedan yek li pêşiya navenda perwerdeyê, ya din li komîna şehîd Şehzad e.
Bajarê Til Koçer jî li navenda çand û Hûner ya bajêr e.
Konê Til Birak li cem çerxereya bajêre, Çilaxa li Hewşa Tirafîkê.
Til Hemîs li stadyoma navçeyê ye.
Li bajarê Qamişlo du kon hatiye vedan yek. li pêşiya navenda çand û Hûner û ya din li kêleka çerxereya Şerq.
Bajarê Hesekê jî 4 kon hatine vedan.
Yek li kêleka Kenîseya Aşûriyan a taxa Til Hecer, du li pêşiya saziya Avê li taxa Ezîzîye, Sê li kêleka navenda Agirkojê û meclisa bajêr, Çar li pêşiya çerxereya Giwêran..
Ji bo belavkirina van alîkariyan li ser koçberan lejneke li hemû bajaran hatiye avakirin.



