Li Bakur, Rojava û Başûrê Minbicê li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedanek mezin tê nîşandan. Êriş hatin têkbirin,Meclisa Leşkerî bang li gel kir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete ku ji duh (6 Kanûn 2024) ve didomin de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di roja duyemîn de êrîşên xwe yên li ser derdora Minbicê û gundên wê zêde kirin. B
alafirên keşfê yên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran herêm bombebaran kirin.
Komên çeteyan jî bi top û fuzeyan êrişî gundên başûr û Rojavayê Minbicê kirin da ku di bejahiyê re rêya pêşveçûnê vekin.
Çeteyan her wiha êrîş birin ser gundê On El-Dadat ê li nêzî deriyê El-Sacûr.
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv dan û şer derket, di encam pevçûnan de çeteyan xwe paş ve kişand.
Li ser xeta Dêr Hafir, rêya Tebqa-Helebê û hemû eniyên Minbicê jî artêşa Tirk a dagirker bi xwe pêşengiya êrîşan dike.
Ev eniyên hane bi rêya balafirên keşfê herî kêm 20 caran bûne hedef.
Dewleta Tirk a dagirker di heman demê de çeperên hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dişopîne, agahiyan dide çeteyên xwe û wan li ser bejahiyê araste dike.
Şeva borî û heta îro danê sibehê şer û pevçûnên dijwar çêbûn û hemû êriş hatin têkbirin.
Li hemberî van êrîşan, hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi alîkariya gel berxwedaneke lehengî nîşan dan.
Li tevahiya derdora herêma El-Erîma ya li Başûrê Minbicê şer û pevçûn qewimîn.
Hêzên me mafê xwe yê parastina rewa ya herêma Minbicê û gelê wê destnîşan dikin.
Em bang li gelê xwe dikin ku li gorî şert û mercên nû tevbigerin û mil bi mil bi hêzên xwe re herêma xwe biparêzin.”



