Şêniyên bajarê Hesekê û koçberên Efrîn û Şehbayê cenazeyên 3 şehîdan oxir kirin. Şêniyan gotin ew ê li ser şopa şehîdan berxwedanê bidomînin.
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi beşdariya endamên saziyan û koçberên Efrîn û Şehbayê cenazeyên şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Dijwar Efrîn, endamê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê Ebdulrehman Murşîd ê ji bajarê Efrînê yê dagirkirî û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Ebdulezîz Îbrahîm, li Pakrewangeha Şehîd Dijwae a li gundê Dawûdiyê ê Hesekê oxir kirin.
Di merasîma oxirkirinê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Rewan Şêxo axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Rewanê banga hevgirtinê kir li hember komployên li dijî herêmê û gelên wê tên kirin.
Rewan wiha dewam kir: “Divê em li dora hêz û saziyên xwe kom bibin û bi hev re ji bo parastina herêmê û bicihanîna hêviyên şehîdên xwe tê bikoşin.”
Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Hesekê fermandar Dêrsim Hesekê avibî û di kesayeta her sê şehîdan de hemû şehîdên şoreşa Rojava bi bîr anîn.
Dêrsim Hesekê diyar kir ku QSD û meclisên wê yên leşkerî dê parastina herêmê û gel dewam bikin û soz da ku li ser şopa şehîdan berxwedanê bidomînin.
Piştî axaftinan, belgenameyên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulçîn Ehmê ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şehîdan bi tilîliyan û dirûşmên “Şehîd namirin” hatin oxirkirin.



