Êrişên Îsrîalê li dijî cihên leşekrî yên li Sûriyê di roja 4’an de didomin.
Şevê din balafirên Îsraîlê êrişî cihên Leşkerî yên li Dêra Zorê kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên Îsraîlê êrişî balafirgeha leşkerî a Dêra Zorê û cihên leşker kir.
Îsraîlê ji 8’ê vê mehê û heta îro 352 caran li seranserî 13 parêzgehan êrişî cihên leşkerî yên rêjîma Beis kir.
Balafirên şer, helîkopter, depoyên çekan, navendên parastina esmanî, navendên lêkolînên zanistî li hemû parêzgehên Sûriyê bombebaran kir.
Li gor tê gotin, Israîlê ziyaneke mezin li cihên cebilxaneyê kirine.



