Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li paytexta Belçîkayê hate şermezarkirin.
Bang li YE’yê hate kirin ku li hember êrişan bêdeng menîne û bi erka xwe rabe.
Gelê Kurdistanê û dostên xwe li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Rojava îro li qada bûn.
Çalakî li hember parlementoya Yekîtiya Ewropayê (YE) li Birûkselê hate lidarxistin.
Kurdistaniyên ku ber bi parlementoya YE’yê ve meşiyan êrişên li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê şermezarkirin.
Li wir banga li YE’yê hate kirin ku li hember êrişan bêdeng menîne û bi erka xwe rabe.



