Rêberê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamineyî diyar kir ku bûyerên li Sûriyê diqewimin plana hevpar a Amerîka û Îsraîlê ye..
Xamneyî bêyî ku nav bide bal kişand ser rola dewleta Tirk û diyar kir ku hikumeta cîranê Sûriyeyê li vê qadê roleke eşkere dilîze.
Xamneyî bal kişand ser hilweşandina rejîma Esad û anî ziman ku bûyerên li Sûriyeyê diqewimin ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine plankirin.
Xamneyî bêyî ku nav bide bal kişand ser Tirkiyeyê û got,
“Hkumeta cîranê Sûriyeyê li vê qadê roleke eşkere lîst û hîn jî dilîze.
Her kes dikare vê bibîne, lê belê faktorê esasî odeya kontrolê ya komploger a li Amerîkayê ye.”
Xamneyî îdîa kir ku delîl hene ku nîşan didin, bûyerên li Sûriyeyê diqewimin plana hevpar a Îsraîl û Amerîkayê ye.



