Ji Sûriyê gelek dîmen li cihê cuda tên belavkirin.
Herî dawiyê di dîmenekî hat dîtin ku komeke çekdar gora Hafiz El-Esed dişewitînin.
Li gor vî dîmenî, ev çekdar li li Qirdaha ya parêzgeha Laziqiyê ne û gora bavê Beşar El-Esed, Hafiz El-Esed dişewitînin.
Qirdaha cihên jidayîkbûna serokê rêjîma Beis Beşar El-Esed e.
Her wiha çekdaran zirarên derûnî li welatiyan kirin û dest avêntin goran.
Li Şamê çekdaran avêtin ser gora Seyide Zeyneb
Ne tenê gora Hafiz El-Esed, hin çekdar avêtin ser gora Seyide Zeyneb a li Şamê.
Gora Seyide Zeyneb li gel pêkhateyên Şî’iî cihekî pîroz e û bi belavbûna van agahiyan re, metirsiyeke mezin li ser hemû ol, mezheb û neteweyên li Sûriyê çêdibin.



