Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Tebqa, di çarçoveya xeta parastinê li navçeya Dêr Hafir û li gundê Şuqariyê ya navçeya Meskenê di operasyonekî taybet de 6 çete girtin.
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Tebqa li gundê Şuqariyê ya navçeya Meskenê operasyoneke taybet li dar xist. Di operasyonê de hêzên meclîsê du çete girtin.
Duh jî hêzên meclîsê li navçeya Dêr Hafir a Halebê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker operasyonekî pêk anî.
Di encama operasyonê de 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin girtin.
Ji duh ve di encamên operasyonên Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê ve 6 çete hatine girtin.



