Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) nasnameya şervaneke xwe eşkere kir û got:
Hevrêya me Zeyneb Mihemed di rastî û pîvanên jina azad de xwe kûr kir û bi awayekî çalak têkoşîn da meşandin.
Emê heta dawiyê şopdarê wê û xeta şehîdên xwe bin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervaneke xwe eşkere kir.
YPJ’ê diyar kir ku şervana wan Berçem Kobanê di 1’ê mijdarê di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk de gihişt karwanên şehîdan.
YPJ’ê Sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:
YPJ: Rêheval Berçem erka xwe bi awayekî serkeftî pêk anî
“Rêhevala me Berçem li Kobanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû.
Bi çanda berxwedanê ya ku ji malbatê wergirtî mezin bû û hertim li ser vê bingehê jiya.
Rêhevala me Berçem Kobanê piştî tevlî refên şoreşê bû, demekê di nav kar û xebatên jinên ciwan de cih girt.
Her tim pêşengiya rêxistinkirina ciwanan bi taybet jî jinên ciwan dikir.
Piştî xebatên jinên ciwan, Berçem Kobanê bi tecrûbeyên xwe yên ku wergirtî, beşdarî YPJ’ê bû .
Erk û berpirsyariyên xwe bi awayeke serketî pêk anî û ji hevrêyên xwe re jî bû mînak.”
YPJ: Dewleta Tirk ji vîna Kurdên azad ditirse
YPJ’ê di berdewamî de behsa hedefgirtina jinan kir û ev yek anî ser ziman:
“Delweta Tirk bi feraseta şovenîst û dagirkeriyê şoreşa Rojava ku şoreşa jinê ye, kiriye hedef.
Ji ber ku vîna Kurdên azad, mirovên azad, jinên azad, netewên azad û civakên azad di vê şoreşê de ava dibe û belavê herêmê û cîhanê dibe.
Herî zêde jî jinên pêşeng, jinên şoreşger dike hedef. Mînaka vê jî hedefgirtina de şervana me Berçem Kobanê ye.
YPJ’ê herî dawî teks kir ku ew ê tola hemû jinên azadîxwaz , bi serxistina şoreşa jinê di asta cîhanê de hilînin.
Li gorî daxuyniyê YPJ’ê agahiyên li ser nansameya şehîd wiha ye:
Nav û Paşnav: Zeyneb Mihemed
Nasnav: Berçem Kobanê
Navê Dayik: Emîra Mamo
Navê Bav: Mistefa Mihemed
Dîroka Şehadetê: 01.12.2024



