Endamê Hêzên Operasyonan ên Hêzên Asayişê Subhî Elî Ehmed di berxwedana li Pira Qereqozaqê de şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayişê der barê şehadeta endamekî xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bi serbilindî em şehadeta endamekî xwe yê leheng ê Hêzên Operasyonan Subhî El Ehmed radighînin.
Hevreyê me Subhî di cenga li Pira Qereqozaqê ya nêzî bajarê Minbicê de, di rêya parastina xak û rûmetê de cane xwe feda kir.
Şehîd Subhî di pêkanîna erka xwe ya pîroz de mînaka dilsozî, wêrekî û fedakariyê bû.
Ji bo parastina xak û gelê me tu carî ji pêşkêşkirina berdêlên giran dudil nebû.
Em soz didin şehîd Subhî û tevahî şehîdên leheng ku em ê şopdarên rêyan wan bin heya ku armancên wan ên azadiya gelê xwe pêk bînin.”
Nasnameya Şehîd
Nav û paşnav: Subhî Elî
Navê Dayikê: Emûna Dexîl
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Qenaya, 10.08.1995
Dîroka Tevlêbûnê: 05.06.2020
Cih û Dîroka Şehadetê: Pira Qereqozaq, 09.12.2024



