200 malbatên din li kampa koçberên Girê Spî zêde bûn

Ji ber hêjmara zêde ya koçberên Girê Spî ku malên wan ji aliyê dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin kampek nû hat avakirin.

 

Hevseroka kampê Fadiya Şerîf diyar kir ku niha 35 malbat di kampê de bicih bûne û wê di demeke nêz de 200 malbatên din jî li kampê bi cih bikin.

Fadiya dazanîn ku wan heta niha tevahiya pêdiviyên bingehîn ên koçberan ji bo germkirinê peyda kirine.

Fadiya diyarkir ku derveyê Rêveberiya Xweser hetaniha tu rêxistinên mirovî alîkariya wan nekirine û bang li Rêxistinên mirovî kir ku ji wan re alîkar bin.

22 Mijdarê Meclisa kantona Girê Spî bi hevkarî û koordîneya Meclisa Sivîl a Reqayê kampek ji bo koçberên ava kir.

Di qonaxa yekemîn de 100 kon li Kampê hatin danîn û li gorî agahiyan wê 400 konên din jî bên vedan.

Ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a li ser Girê Spî û Serê Kaniyê zêdeyî 300 hezar kes ji cih û warê xwe koçber bûn.

Leave a Reply

Back to top button