Senatorê Amerîkî Chris Van Hollen telefonî fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî kir û piştgiriya xwe bi kurdên Sûriyê û QSD’ê re anî ziman.
Senatorê Amerîkî Van Hollen li ser hesabê xwe yê li ser platforma “X” derbarê peywendiya telefonê li gel Mazlûm Ebdî daxuyaniyek da û wiha got:
“Tevî geşedanên bi lez ên li Sûriyê pêk tên, divê desteka Amerîkayê li gel hevalbendên me yên Kurd û hêzên Sûriya Demokratîk neyê guhertin û her wek xwe bimîne.
Van Hollen: Em ê desteka xwe ji Kurdên Sûriyê û QSD’ê re dewam bikin
Min ji Ebdî re got ku ez destekê didim hevalbendiya me bi wan re û vê yekê girîng dibînim.
Hêzên Sûriya Demokratîk di şerê li dijî Daiş’ê li Sûriyê pêşengtî kir û weke hêzeke sereke li ser tunekirina Daiş’ê dixebite.
Ji berjewendiya Amerîkayê ye ku vê hevalbendiya xurt berdewam bike da ku Daiş careke din li herêmê belav nebe.
Van Hollen: Divê Amerîka rê li ber êrişên Tirkiyê li ser QSD’ê re bigire
Divê Amerîka rê ne ku çekdarên ji aliyê Tirkiyê ve tên têvedan êrişî QSD’ê bikin û werin cezakirin.
Ji bo parastina hevalbendên me û ewlehiya herêmî divê agirbesta her berdewam be.
Wezîrê Derve yê DYA: Ji bo piştrastbûna ji venegera DAIŞ’ê piştgiriyê didin QSD’ê
Li aliyê din wezîrê karê derve yê Amerîkayê Antony Blinken got ku ji bo rê li ber derketina Daiş’ê were girtin, em piştgiriyê didin QSD’ê û wê her berdewam be.



