Xelkê bajarên Til Temir û Til Birakê yên kantona Cizîrê êrişên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin:
“Helwesta hêzên navneteweyî li hember komkujiyên dagirkeriyê rewşê aloztir dike.
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan didomîne.
Xelkên bajarê Til Temir û Til Birakê yên Kantona Cizîrê têkildarî mijarê axivîn.
Ciwana bi navê Reşa Elo ya ji bajarê Til Temirê komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê ku herî dawîn li gundewarê Eyn Îsayê pêk hat şermezar kir.
Reşa destnîşan kir ku hemû pêkhateyên herêmê ji bo têkbirina êrişan hevgirtî ne û ew bi fikrên Rêber Apo li ber xwe didin û wiha got:
“Em ê ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re di têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk de, bibin çavkaniyên hêzê.”
Birces Îbrahîm a ji Til Temirê jî bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir û banga bilindkirina asta têkoşînê û destekdayîna QSD’ê li gelên herêmê kir.
Welatî Boze El Salih a ji Til Temirê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû cûreyên çekan û balafirên bêmirov li dijî herêmê û gelê wê êrişan pêk tîne û wiha anî ziman:
“Armanca wê jî dagirkirina rûbereke berfirehtir a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye yê dagir bike.”
Endamê Nivîsgeha Olan a bajêr Ehmed Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ketina rejîma bees sûd wergirt ku rûbera xwe ya dagirkeriyê berfirehtir bike û rewşa aramî û jiyana hevbeş a li herêmê têk bibe.
Endama Kongra Star a bajarê Til Birak Zehra El Mutleq jî daxuyakirin ku dewleta tirk a dagirker jin û zarokan dike armanc.
Her wiha şêniyên Hesekê û Dirbêsiyê jî êrişên çeteyên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin û teqez kirin ku wê bi berxwdaniya xwe van êrişan têk bibin.



