Dagirkeriya Tirkiyê di her derfetê de êrîşî şoreşa jinê ya li Rojava dike û jinan dike hedefa êrîşên xwe yên hovane.
Beriya 4 rojan jî 3 endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya hedefgirtin û şehîd bûn. Tevger û rêxistinên jinan yên herêmê bang li rêxistinên jinan yên navneteweyî dikin ku hesab ji dewleta tirk a dagirker bixwazin.
Dîroka komariya Tirkiyê ya ku bi kuştina gel û jinan tijî ye her ku diçe zêdtir dibe.
Li Rojavayê Kurdistanê her jina ku azadiyê dixwaze û pêşengiyê dike dibee hedefa Tirkiyê û çeteyên wê.
Beriya 4 rojan careke din kantona Minbicê 3 endamên kombûna jinan ya Zenûbiya kir hedef û şehîd kir.
Kombûna Jinan a Zenûbiya: Êrişên li ser Jinên pêşeng berdewama siyaseta hedefkirina Jinan e
Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehadeta her sê jinan wek “berdewama siyaseta sîstematîk a dewleta Tirk a dagirker a li dijî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê” nirxand û got:
“Jinên pêşeng her dem dibin hedefa sereke ya tundiyê.
Di heman demê dagirkeriya dewleta Tirk hewl dide tevgerên jinan tune bike.”
Kombûna Jinan a Zenûbiya: Lîsteya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi pêkanîna sûcên li dijî Jinan tijî ye
Kombûnê da zanîn ku hedefgirtina her sê jinên pêşeng ne ya yekemîn e, lê lîsteya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi pêkanîna sûcên li dijî jinan tijî ye.
Di sala 2018″an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên dagirkirinê yên li ser herêma Efrînê de sûcekî herî qirêjî pêk anî.
Dagirkeran bi cenazeyê şervana YPJˈê Barîn Kobanê lîst.
Vî sûcî hêrseke mezin di nava raya giştî ya cîhanê û jinan de çêkir.
Sala 2019’an Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef dema diçû Reqayê ji aliyê komên çete yên dewleta Tirk ve hat hedefgirtin.
Di 2020’an de jî Çalakvanên jin Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî li gundê Hilincê yê Kobanê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.
Sala 2022’an Fermadara Hêzên Antîterorê Jiyan Tolhildan, şervanên YPJˈê Roj Xabûr û Barîn Botan di bombebarana dewleta Tirk a li dijî erebeya wan de şehîd bûn.
Her wiha di 2023″an de Hevseroka Meclisa Bajarê Qamişlo Yusra Îlyas û cîgira hevserokên meclisê Leyman Şiwêş hatin şehîdkirin.
Kombûna Jinan a Zenûbiya: Ji bêdengiyê re êdî bes e
Kombûnê li hemberî sûcên domdar, bang li rêxistinên hiqûqî û yên jinan ên navneteweyî kir ku hesab ji dewleta tirk a dagirker bixwazin.
Kombûna Jinan a Zenûbiya herî dawî der barê hersê şehîdan de, soza domandina têkoşînê da û got:
“Şehadeta Qemer, Eyşe û Îmanê destpêkeke nû ya berxwedana domdar a li dijî dagirekran e.”



