Êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Amedê hate şermezarkirin.Hevserokê DBP’ê ê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz bang li herkesî kir ku li Rojava xwedî derkevin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û DEM Partî yê têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Amedê daxuyaniyek dan.
Hevserokê DBP’ê a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz balkişand ser êrişên dagirkeriyê û got:
“Bi van êrişan, ruhê enternasyonalîst ê li dijî kodên netewe dewletê, modêla jiyana demokratîk û şoreşa jinê armanc dikin.
Hedefgirtina Rojava ji bo hemû gelan xeterî ye.
Ji ber ku modêla jiyanê ya li Rojava, yekane çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn e. ”
Mehmet Şîrîn Gurbuz diyar kir ku ew ê bi awayekî herî xurt xwedî li Rojava derkevin û wê biparêzin.
Gurbuz banga li her kesî kir ku bi berxwedanê xwedî li modêla jiyana demokratîk û azad derkevin.



