Li ser girîngiya hevgirtina pêkhateyan û parastina welat, Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya Helebê bi beşdariya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan klîbeke nû çêdikin.
Klîb bi navê ”Welat” e û strana klîbê ji aliyê hunermend Baran Dilbihar ve hatiye nivîsandin.
Di klîbê de hunermrendên Koma Agirî ya girêdayî Navenda Horo, Hîlala Zêrîn û Koma Dîlanan cihê xwe digirin.
Dîmenên wê li Pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên kişandin.
Derbarê amedekariyê klîbê, Hunermend Niyazî Seydo ku cihê xwe di klîbê de digire axivî û got:
“Em di vê pêvajoyê de têkoşînê dikin.
Çawa şervan bi çeka xwe li eniyan şer dikin, divê hunermend jî bi hunera xwe fikra parastina welat ragihînin.”



