Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û çeteyên ên li dijî herêmê li Brukselê çalakiyeke hate lidarxistin.
Di çalakiyê de bang li her kesî hate kirin ku tev li çalakiya 14’ê Kanûnê bibin û piştevaniya Rojava bikin.
Çalakî bi pêşengiya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê li peytexta Belcîka Brukselê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de ev bang hate kirin:
“Ji b piştevaniya Şoreşa Jinê ya li Rojava, banga tevlîbûna çalakiya 14’ê Kanûnê roja çalakiya gerdûnî dikin.
Di serî de jinên Kurd, em bang li hemû jinan, raya giştî ya demokratîk û her kesî dikin ku piştgiriyê bidin çalakî û xwepêşandanan.”



