Di dema dawî de çeteyên dewleta Tirk a dagirker dest bi dizî, girtin û talankirinê li bajarê Minbicê kirine, li dijî vê yekê şêniyên Minbicê greva giştî ragihandin.
Bajarê Minbicê, şahidiya binpêkirinên dizî, girtin û talankirina pereyan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve kir.
Ji bo vê şêniyên Minbicê îro ji bo şermezarkirina binpêkirinên çeteyên Tirkiyê, di bin dirûşma ”Greva Rûmetê” de greva giştî organîze kirin û wê dest bi xwepêşandanan bikin.
Di 12’ê vê mehê de, komeleyeke mafên mirovan binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Minbicê belgeh kirin û daxwaz kirin ku berpirsên binpêkirinan bên dîtin û ceza kirin.
Hêjayî gotinê ye ku gelek welatiyên Minbicê rastî êrîşan ji aliyê çeteyan ve tên, ku bi awayekî keyfî otombîlên wan didizin û milkên wan desteser dikin.



