Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîla Derwêş Çiya ku li Zapê şehîd bû eşeker kir û wiha anî ziman:”Gerîla Derwêş bi îdîa, biryardarî û daxwazeke mezin di refên têkoşînê de cih girt”.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameye gerîlayeke şehîd eşeker kir.
HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di êrîşa dijmin a 8’ê Îlona 2024’an de, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, hevrêyê wan Derwêş Çiya şehîd bû.
HPG’ê di derbarê kesayeta şehîd Derwêş de wiha got:
Amed, di dîroka Kurdistanê de yek ji wan bajaran e, bi berxwedanên bêhempa cih girtiye.
Hevrêyê me Dewrêş jî ku yek ji ewladên hêja yê gelê me yê Amedê bû, wek kesekî ji eşîra Bekirhanê ku yek bi kokdartirîn eşîrên Kurdistanê ye, hat dinyayê.
HPG: Gerîla Derwêş Çiya bi daxwazeke mezin di refên têkoşînê de cih girt
Şehîd Derwêş li Amedê di xebatên YPS’ê de cih girt û kedeke mezin da pêşxistina berxwedana dîrokî ya Sûrê.
Gerîla Derwêş ji xebatên binesaziya berxwedana Sûrê bigire di hemû pêngavan de cih girt û di payîza 2015’an de bi awayekî nexweş ket destê dijmin.
Şehîd Derwêş di sala 2020’an de, piştî ku ji girtîgehê derket, tevlî refên gerîla bû.
Di dawiyê de HPG’ê da zanîn ku gerîla Derwêş Çiya bi îdîa, biryardarî û daxwazeke mezin di refên têkoşînê de cih girt.
Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Derwêş Çiya
Nav paşnav: Ali Yaman
Cihê jidayikbûnê:Amed
Navê Dayik:Muhterem
Navê Bav: Hasan
Dem û cihê şehadetê: 8 Îlona 2024’an / Zap



