Li kantona Reqayê 6 pakrewanên berxwedana Minbic û Qereqozaqê bi merasîmeke girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
Merasîma ku girseyeke mezin a şêniyan beşdar bûn, bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.
Piştre ji fermandarên QSDˈê Welîd Ebdo axivî. Welîd Ebdo di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got “Şehîdên me li Minbic û Pira Qereqozaqê berxwedaneke efsenewî li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker raber kir.
Em soz didin şehîdên xwe ku em ê erdê xwe, gelê xwe û destekftiyên ku bi xwîna wan hatin bidestxistin biparêzin.”
Bi navê şêniyên bajarê Eyn Îsayî Sebrî Nebo jî axivî û got “Bila serê malbatên şehîdan sax be. Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soz didin ku em ê şopdarên xeta wan bin.
Em ê terora dewleta Tirk a dagirker têk bibin ku komkujiyan li dijî sivîlan dike û hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derbixe.”
Piştre jî wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd” spartin axê.



