Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê alîkariyên madî û manewî ji koçberên kantona Efrîn û Şehba û bajarê Helebê re didomîne.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê bi rêya komên ji endamên komîn û karkerên saziyan paketên xwarinê û pêdiviyên ji bo zarokan li koçberên kantona Efrîn û Şehba û bajarê Helebê didomîne.
Rêveberî van alîkariyan li koçberên li navendên mîna dibistan, mizgeft, hol û konên li bajarê werzîşê bi cih bûne, belav dike.



