Siyasetmedar Zekî Akil anî ziman ku desthilatdariya Tirk dixwaze Rojava bi temamî ji holê rake û got: “Kurd û Rêveberiya Xweser alîgirê çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya li Sûriyê ne.”
Siyasetmedar Zekî Akil geşedanên li Sûriyeyê diqewimin û siberoja Sûriyê nirxand û got:
Çareseriyeke mayînde di esasê xwe de wê wisa çêbibe ku gel û hêzên Sûrî hebûna hevdû qebûl bikin û bi rêbazên siyasî li hev bikin. Eger dîsa kesên bindest û yên hatine çewisandin hebin, wê ev nebe çareserî û aştiyeke li ser esasê îradeya gelan.
Zekî Akil anî ziman ku Kurd û herêmên rêveberiya xweser ji bo tevahiya Sûriyê sîstemeke demokratîk e.
Kurda bi êrîşên li dijî xwe re, mijûl dibin. Lê bi DYE û endamên cuda yên koalîsyonê re, di nava diyalogê de ne. Kurd û herêmên rêveberiya xweser alîgirê çareseriyeke demokratîk û aştiyane ne. Kurd ji bo tevahiya Sûriyê sîstemeke demokratîk dixwazin û di zemînekê aştîxwaz de li çareseriyê digerin.
Zekî Akil: Tirkiyê dixwaze Rojava bi temamî tune bike
Di dewama nirxandinên xwe de Zekî Akil dibêje:
Tirkiyê dixwaze Rojava bi temamî tune bike. Çawa ku li Efrînê paqijiyeke mezin a etnîkî kirî, li herêmên din jî armanca wî heman e. Bi salan gotin, ‘Kurd wê ti carî nebin xwedî statuyek’ û ji bo vê yekê pêk bînin, her tiştê dikin.
Yên ku li Dêrazorê hewl didin tevlîheviyê bikin komên alîgirê dewleta Tirk in. Her wiha bi rêya medya dîjîtal jî şerekî psîkolojîk ê berfireh tê meşandin. Li Reqayê jî bi banga çeteyên alîgirê Tirkiyê hin kes daketin qadan û tevlehevî kirin, di encama hevdîtina bi gel re rewş aram bû.
Zekî Akil: Metirsiya çalakbûna DAIŞ’ê gelekî cidî ye
Siyasetmedar Zekî Akil di dawî de wiha balkişand ser metirsiya DAIŞ’ê:
“Bi sûdwergirtina ji bûyerên dawî yên li Sûriyê û valahiya rû da, xwe çalak dike. Ji xwe li herêmên çolê yên navbera Iraq û Sûriyeyê serwerî nikarîbû bihata kirin. Neteweyên Yekbûyî û saziyên weke wan di vê mijarê de daxuyanî dan, hişyarî dan. Tirkiye ji xwe dixwaze DAIŞ ne girtî be û çalak be.”



